Misir dikele! Aloziya di navbera muxalif û Birayên Misilman de her ku diçe kûrtir û dijwartir dibe. Muxalifat li dijî biryarnameya taybet ya rayeyên Serokomar Mihemed Mursî yê endamê Birayên Misilman zêde dike ya destûrnameya nû ye. Her çendî Mursî neçar ma ku ji biryarnameyê gavê paşde biavêje jî, lê Mursî dest ji referandûma ji bo destûrê bernade ku li gor muxalifan mora Îslamiyan li ser e û muxalif niha xwe ji bo xwepêşandeneke mezin amade dikin. Ji aliyekî din ve Mursî fermana girtina serhildêran da Artêşa Misirê. Hêjayî gotinê ye, li gor gelek nivîskarên Misirî û cîhanî ev rewşa niha a Misir tê re derbas dibe, dê welatê Misirê ber bi qeyraneke mezin ve bibe.
Avestakurd