Îro (10.12.2012) bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Îmad Ehmed, civîna 21. A Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê birêve çû. Di civînê de gelek mijar hatin gotûbêj kirin.
Di civînê de gotûbêj li ser bernameyê kar ê Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê hat kirin û ji aliyê Civata Wezîran ve hat pesend kirin. Biryar jî hat dan ku sindoqa xanenişîn-teqawit li Herêma Kurdistanê bê aktîfkirin.
Herwiha behsa serdana şanda Sindoqa Navdewletî bo Herêma Kurdistanê hat kirin, ku di dema serdana xwe de ligel hinek têbîniyên wan li ser sîstema karpêkirina darayî ya Herêma Kurdistanê hebûn, ji sîstemê û çawahiya derbaskirina karûbarên darayî yên Herêma Kurdistanê razî bûn û li gor wan sîstema darayî ya ku niha li Kurdistanê kar pê tê kirin ji sîstema darayî ya hinek welatên navçeyê baştir e.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî sipasiya Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê kir ku kariye bi erkê xwe rabe. Barzanî tekez kir ku divê her du bankên herêmê li Hewlêr û Silêmaniyê yekbigirin û got: ‘’Herwiha divê hemû pirsgirêkên li pêşiya yekgirtina wan bên çareserkirin û sîstema darayî ya Kurdistanê bê baştirkirin û di vî warî de hevahengiyek di navbera aliyê peywendîdar ê Bexdayê de hebe.’’
Di civînê de Serokwezîr got: ‘’Divê hikûmeta Kurdistanê bibe hikûmeteke damûdezgahî, xwedan sîstemeke hikumranî û birêvebirineke baş, bi awayekî ku nimûneyeke baş pêşkêş bike û li cîhanê bê pesend kirin, lewra divê hemû wezîr ji wezaretên xwe dest pê bikin karên wezaretên xwe di ber çav re derbas bikin, rê li her sistiyek, binpêkirin û gendeliyekê bigirin û karûbarên xwe aktîftir bikin.’’
Barzanî li ser wê yekê rawestiya ku divê hewl bê dayîn bankeyên mezin ên cîhanê, bi taybetî jî bankeyên veberhênanê bên Herêma Kurdistanê û anîna wan bankeyan jî bo Kurdistanê bibe yek ji karê serekî yê hikûmetê. Herwiha da zanîn ku wek pêwsit çavdêrî li ser bankeyên taybetî nîne û qala girîngiya hebûna sîstemeke çavdêriyê ya hur a hikûmetê li ser bankeyên taybet kir.
Barzanî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Bi yekxistina her du bankeyên herêmê, ev banka han dikare serpereştî û çavdêriyeke baş bixe ser wan bankeyên taybetî û mekanîzmeke çavdêriyê ya baş deyne, daku rê li dirûstbûna pirsgirêkan bo hikûmetê û sektora darayî li Herêma Kurdistanê bigire.’’
Di beşekî din ê civînê de, gotûbêj li ser projeya serrastkirina yasaya veberhênanê li Herêma Kurdistanê hat kirin û biryar hat dan ku lijneyek ji wezîrên peywendîdar bo wê projeya serrastkirina yasaya veberhênanê bê pêkanîn. Herwiha biryar hat dayîn ku lijneyek bo rêkxistina karûbarên karkerên biyanî li Herêma Kurdistanê bê avakirin. Di beşa dawî ya civînê de peyrewa Sindoqa Xanenişînkirinê li Herêma Kurdistanê hat pesendkirin. AVESTA KURD -BAS