Serrûpel Nûçe Suavî sirûda Redhackê çêkir (Vîdyo)

Suavî sirûda Redhackê çêkir (Vîdyo)

Belav bike

Stranbêjê mixalîf Suavî, ji bo Redhackê sirûdek çêkir. Redhack (Yekîtiya Hackerên Sor) di sala 1997 an de hatiye avakirin û di serî de malpera Gerînendetiya Ewlehiya Enqerê, heta niha gellek malperên saziyên dewletê bidestxistine. Redhack, ji aliyê dewletê ve “rêxistina terorê” tê dîtin. Bona ku êrîşên sîber yên Redhackê yên li dijî Wezareta Dadê û Gerînendetiya Giştî a Ewlehyê bên astengkirin, hate eşkere kirin ku bi FBI’yê re hevkarî hatiye kirin.
Sirûda stranbêj Suavî a ji bo Redhackê çêkiriye, ji aliyê pisporê Enstîtuya Ewlehiya Sîber a TUBÎTAKê Unal Tatar ve hate rexnekirin. Tatar di daxuyaniya xwe de îfade kir ku, Suavî bi vê gavê Redhackê legalîze dike.