Rojnamevana rojnameya Tarafê Neşe Duzel, bi balyozê teqawid Temel Îskit re hevpeyvînek çêkir. Di beşeke hevpeyvîna xwe de Îskit li ser siyaseta hikumeta AKPê disekine û bi taybet siyaseta hikumetê a li hemberî Kurdan wek dubendî bilêv dike. Îskit tîne ziman ku Tirkiye Kurdên li Kurdistana Bakur dihinciqîne û ti mafên wan qebûl nake lê bi Kurdên Kurdistana Başûr re jî tifaqê çê dike.
Li ser pirsa “Hikumeta Navendî a Iraqê û Kurd rabûne hemberî hev. Ger Iraq û Barzanî bi hev re şer bikin, Tirkiye wê çi bike?” Temel Îskit wiha bersivandiye, “Li ber çavan e ku Tirkiye wê pişta Herêma Kurdistanê bigre. Ji vê mezintir dubendî nabe. Li hundir tu Kurdan dihinciqînî, wana wekhev nabînî, hemwelatiya wekhev nadî wan lê, li derve bi Kurdan re tifaqê çêdikî.”
Balyozê teqawid Temel Îskit, ji bo siyaseta derve a dewleta Tirkiyê diyar dike ku, tenê AKPê xwest Rojhilata Navîn fehm bike lê, AKPê jî bi xelet fehm kir. Îskit wiha dewam dike, “Balefira wezîrê Tirkiyê a ku nehîştin li Hewlêrê vene, di siyaseta derve de ji bo Tirkiyê derbexwarineke pirr mezin e. Tirkiyê li Iraqê tam siyaseteke Sûnî da pêş xwe. Destê xwe xiste nav karên navxweyî yên Iraqê. Di hilbijartinên Iraqê de li hemberî serokwezîrê Şiî, reqîbê wî yê Sûnî destek kir.”
Îskit, ji bo pozisyona Tirkiyê a ku li dijî Suriyê nîşan dide jî dibêje ku, “Tirkiyê siyaseta xwe a Iraq û Suriyê, bi pirsgirêka PKKê ve girêdaye. Tirkiye ku pirsgirêka Kurd û PKKê çareser neke, li Rojhilata Navîn nikare siyaseteke bandordar bimeşîne.”