Çend rojan berê, polîs û tîmên taybet yên dewleta Tirkiyê, li Êlih, Mêrdîn, Sêrt û Amedê operasyonên di bin navê “KCK”ê de pêk anîbûn û qasî 90 kes binçav kiribûn. Doh jî li Stenbolê operasyonên serdegirtina mal û saziyan hebûn. Li Stenbolê jî zêdetirî 40 kes hatibû binçavkirin.
Îro jî dora serdegirtinan hate Dêrsimê. Danê sibê li Dêrsimê, di serdegirtinên dijî rêxistinên BDPê yên bajêr, navçeyan û malan de gellek kes hatine binçavkirin.
Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), li Dêrsimê kesên ku hatine binçavkirin navê wan yên ku ketine destan wiha ne; Gulten Kahraman (xebatkra şaredarê), Sevîm Soylu (berpirsyara çapemeniyê û têkiliyên bi gel re a şaredariyê), Halîl Ateş (revebirê berê yê BDPê), Alî Haydar Îpekoglu (rêvebirê bajêr yê BDPê), Şahîn Kiliç (endamê meclîsa şaredariyê), Ozgur Soylemez ), Çetin Aran (endamê meclîsa şaredariyê), Huseyîn Tunç (endamê meclîsa şaredariyê), Gulten Akgul (berdevka meclîsa Dêrsimê a HDKê).
Dîsa di binçavkirinên li Êlihê de ji 31 kesên ku hatibûn binçavkirin jê 24 kes hatin girtin.