Serrûpel Nûçe Nivîskarên Rojava li kolanan sêwî man!

Nivîskarên Rojava li kolanan sêwî man!

Belav bike

Berî niha jî, der barê vê şandeya nivîskarên Rojavayê Kurdistanê de malpera Avestakurd nûçeyek belavkiribû ku çawa tu alî xwedî li van nivîskaran derneketibû, tevî ku hatibûn vexwendin jî.

Îro jî (10/12/2012) jêderekî pêbawer ji şandê (ku niha 35 nivîskarin) ji Avestakurd re ragihand ku  êvarê li dora demjmêr 5 (17.00) ji bajarê Silêmaniyê bê ku kesek bi wan re were hatin Duhokê. Ev 35 nivîskar ku di nava wan de nivîskarên weke Konê Reş, Deham Ebdulfetah, Berzo Mehmûd, Mihemed Salih jî cih digirin li kolanên Duhokê man û kesek xwedî li wan derneket. Lê piştî çend telefonan, Kargêriya Liqê 1 (PDK), Dezgehê Xanî yê rewşenbîrî û Radyoya Dengê Duhok xwedî li van nivîskaran derketin. Ew birin otêla Şana a Duhok (Niha hemû li wir in) û pêdiviyên wan pêkanîn.

Hêjayî gotinê ye, Kargiriya Leqê 1 Duhok, Dezgehê Xanî û Radyoya Duhok xwedî li wan derketiye ber barê wan rabûye.


Taybet ji bo AVESTA KURD