Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, ku di bergeha lêpirsîna KCKê de, du rojan berê, roja şemiyê hatibû binçavkirin, serbest hate berdan. Di bergeha lêpirsîna KCKê de, ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê a Amedê ve dihat meşandin, li Sêrt, Mêrdîn, Êlih û Amedê, di serdegirtinên sazî û malan de, qasî 90 kes, ku pirraniyê wan BDP’yî bûn, hatibûn binçavkirin. 31 kesên ku li Êlihê hatibûn binçavkirin, ji wan 24 kes hatibûn girtin.
Ji aliyê din, di nav de Selîm Sadak jî hebû, 54 kes sewqa edliyê kiribûn. Ji 54 kesan jê 28 kes serbest hatin berdan. Kesên ku serbest hatine berdan ji wan yek jî Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak e. 26 kes jî, bi daxwaziya girtinê sewqa dadgehê kirin.