Serrûpel Nûçe Nêzîka 210 hezar Kurdên Cihû li Îsraîlê dijîn

Nêzîka 210 hezar Kurdên Cihû li Îsraîlê dijîn

Belav bike


Beşîr Botanî kurdekî ji parêzgeha Dihokê ye û li Îsraîlê dijî, derbarê vê cejnê de got: ‘’Salana hefteya yekê ya Cotmehê tenê kurdên cihû vê cejna neteweyî pîroz dikin û jêre dibêjin ‘Cejna Kepreşîna’, rojeke vê hefteyê jî tê veqetandin bo festîvalê û rojên din cejna hev pîroz dikin.’’

Derheqê merasîma vê cejnê de jî Beşîr Botanî wiha axifî: ‘’Ji bo vê cejnê her malbateke kurdên cihû, keprekê-kolikekê di bexçeyê mala xwe de çêdike ku ev cajna han pê hatiye binavkirin. Bi dirêjahiya hefteyê kurdên cihû serdana hevdu dikin û cejnê li hev pîroz dikin.’’

Derbarê wê festîvala ku di vê cejnê de tê lidarxistin, Botanî got: ‘’Festîval her ji saet 10-ê sibehê dest pê dike û heta 12-ê şevê hemu kurd li deştekê kom dibin û şahiyê dikin. Bi helkeftina vê cejnê, serokwezîr û serokê welat ligel wezîr û generalên mezin di festîvalê de amade dibin û cejna Kepreşîne li kurdan pîroz dikin.’’

Botanî, bal kişand ser rewşa kurdan li Îsraîlê, asta jiyana wan û wiha pêde çû: ‘’Li Îsraîlê 35 gund û bajarekî mezin ên kurdan hene û piraniya wan bi karê kiştûkaliyê ve mijûl in, wate cotkar in, lê di heman demê de kesayetiyên rewşenbîr û serkirdeyên mezin ên kurd jî hene.’’

Derheqê ziman, cil û berg û şahiyên wan de jî, Beşîr Botanî wiha axifî: ‘’Hejmara kurdan li Îsraîlê zêdeyî 210 kesan e, piraniya kurdên Îsraîlî zaxoyî û piştre Behdînî û Soran in, her yek li gor wê navçeya ku jê hatine cil û bergên kurdî li xwe dikin û şahî û govendên wan ji hev cuda ne, her wek bê çawa ji Kurdistanê çûne di festîval û cejna Kepreşîna de tê dîtin ku grubên muzîkê û govendên ji hev cuda hene.’’

Li ser peywendiyên kurdên cihû yên li Îsraîlê ligel kurdên Kurdistanê, Beşîr Botanî got: ‘’Berê kurdên li Îsraîlê tiştek derbarê Kurdistanê de nedizanîn, lê belê niha kanalên Kurdistanê bûne pirek di navbera kurdên li Îsraîlê û Kurdistanê de, li wê derê berê xwe didin kanalên kurdî û dixwazin serdana Kurdistanê bikin û xizim û kesûkarên xwe yên li Kurdistanê dijîn binasin.’’
Newzad Mecîd – basnews