Serrûpel Nûçe Brîndarên komên çete li Tirkiyê tên dermankirin (Vîdyo)

Brîndarên komên çete li Tirkiyê tên dermankirin (Vîdyo)

Belav bike

Dîmenên ku bi ambulansa endamên komên çete yên ku li Serêkaniya Başûr brîndar dibin û wana radikine nexweşxaneya Serêkaniya Bakur (Ceylanpinar) hatine weşandin. Doh endamên komên çete êrîşa Serêkaniya Başûr kiribûn û di navbera wan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de pevçûn derketibû. Pevçûnên ku heta derengî şevê dewam kirin, vê sibê dîsa bi êrîşa komên çete destpêkir. Di encama pevçûnan de heta niha 15 endamên komên çete hatine kuştin û zêdetirî 30 çetevan jî brîndar bûne.
Endamên komên çete, derbasa Serêkaniya Bakur dibin û li wira bi ambulansên dewleta Tirkiyê yên nexwşxaneyê radikine nexweşxana dewletê û dermankirin didin. Heta niha gellek çetevanên brîngran li nexweşxanê mirine. Îro jî 9 brîndar rakirine nexweşxana Serêkaniya Bakur. 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), nexweşxane ji hemwelatiyan re hatiye girtin û polîs nahêlin ti kes têkeve nexweşxana ku endamên komên çeteyan tên dermankirin.