Hewramî wiha axifî: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê petrolê bi qeçax nafiroşe ji ber ku hikûmeteke şer’î ye û hatiye hilbijartin, petrola ku tê firotin jî bi awayekî resmî, eşkere û di çarçoveya yasa û destûra İraqê de ye. Lewra ew got-got nerast in, çêkirî ne.’’
Ev daxwiyaniya Hewramî piştî wê yekê hat ku Wezîrê Petrola İraqê Ebdulkerîm Lixêbî hikûmeta Kurdistanê bi wî karî tohmetbar kir û got: ‘’Derbarê bi qeçaxbirina petrola xav de ji İraqê, ji hinek welatên cîran name gehiştine destê me.’’
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Kurdistanê Aştî Hewramî, tu girîngî neda daxwiyaniya Ebdulkerîm Lixêbî û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Hemû kes azad e ka çi dibêje,di heman demê de axaftin jî li kesî nayê qedexekirin.’’ BASnews