Serrûpel Nûçe Hikûmeta Kurdistanê budceya sala 2013 pesend kir

Hikûmeta Kurdistanê budceya sala 2013 pesend kir

Belav bike

Di civînê de reşnivîsa qanûna budceya herêma Kurdistanê a sala 2013ê, piştî çend civînan û minaqeûkrina wê bi awayekî dûr û dirêj,  ji aliyê beşdsrên civînê ve hat pesind kirin û dê ji bo parlamentoya Kurdistanê bê şandin.

Li dor pesindkirina budceya herêma Kurdistanê a sala 2013ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi navê serokatiya civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê sipasiya komîteya amadekirina reşnivîsa qanûna bidceya herêma Kurdistanê a sala 2013ê kir û rêla wan bilind nirxand.

Qanûna budceya sala 2013ê a herêma Kurdistanê dê ji parlamentoya Kurdistanê re bê şandin û piştî parlamentoya Kurdistanê jî wê pesnid dike digel destpêka sala nû dê dest bi cîbicîkirina budceyê bê kirin.

Her di civîna civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê de, biryar hat dan ku, ji bo pêşwazîkirina şandeyên diplomasî, mana wan li Kurdistanê û çewaniya miamelekirin bi konsulxane û nûneratiyên welatên biyanî li herêma Kurdistanê, komîteyek bê pêkanîn û ew komîteye tewsye û rênîşanderên pêwîst amade bike.

Civîna wezîrên Kurdistanê biryar da ku, ji bona rêvebirina karûbarên wezartan, sîstemeke elektronî bê amadekirin.