Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Rûsiyayê Mikhail Bogdanov di daxuyaniyekê de ragihand ku her diçe kontrola Esed li ser welat wenda dike û dibe ku muxalif biserbikevin. Li gor nûçeya ITAR-Tass ya fermî a Rûsiyayê, Mikhail Bogdanov got “her diçe kontrola Esed li ser welat wenda dike û dibe ku muxalif biserbikevin.” Hêjayî gotinê ye, ev cara yekê ye ku Rûsiyayê daxuyaniyek weha der barê Esed de dide.