Serrûpel Nûçe Komkujiya Roboskî li DCN’yê wê bê dîtin

Komkujiya Roboskî li DCN’yê wê bê dîtin

Belav bike

Komkujiya Roboskiyê a ku di 28ê Berfenbara 2011 an de, ji aliyê balefirên şer yên dewleta Tirkiyê ve hatibû kirin, li Dadgeha Cezayê a Navneteweyî (DCN) wê bê dîtin. Seksiyona Hollanda a Komîteya Navneteweyî a Dijî Wendahiyên Binçavkirî (ICAD), Komkujiya Roboskiyê û jenosîda Tamîl bire DCN’yê.
Di ragihandina sûc de kuştina 34 gundiyên Roboskiyê tê bîrxistin û tê diyarkirin ku dewleta Tirkiyê li hemberî mirovahiyê sûc kiriye.
Dîsa di ragihandina sûc de hat xwestin ku Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, Sererkan Necdet Ozel bên darizandin.
ICADê, belgeyên di derbarê Komkujiya Roboskiyê de jî pêşkêşî DCN’yê kirin.
Ji aliyê din Seksiyona Hollanda a ICAD, xwest ku dewleta Srî Lanqa a ku di sala 2009 an de 40 hezar Tamîl kuştibûn jî were darizandin.