Serrûpel Nûçe Li YNKD 40 rojiya helbestvan Arjen Arî çêbû

Li YNKD 40 rojiya helbestvan Arjen Arî çêbû

Belav bike
 Îro (12/12/2012) li demjmêr 4’ê êvarê bi amadebûna komeke nivîskar û wêjevanên Kurd û medya Kurdî li hola Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Duhok helbestvanê navdar û nemir Arjen Arî di bin navê ‘Nivîser Çirayên Hilin Na Vemirin’ hate zindî kirin. Destpêkê peyva Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Duhok ji aliyê Cîgirê Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Duhok Mihemed Ebdula ve hate xwendin, paşê li ser Arjen Arî pexşanek ji aliyê Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Duhok Hesen Silêvanî ve hate xwendin. Her weha nivîskar Selam Balayî jî pexşanek li ser Arjen Arî xwend. Piştî nîşandina çend Vîdeyokê bi dengê Arjen Arî çend birûsk (Ji malbata Arjen Arî, Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Rojavayê Kurdistanê, Tengezar Marînî) hatin xwendin. Li dawiyê kurte semînerek ji aliyê nivîskar Berken Bereh ve hate pêkêşkirin û Kalê Qurdîsî çend bîranînên xwe nemir Arjen Arî anî ziman. Hêjayî gotinê ye, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Duhok birêz Hesen Silêvanî taybet ji bo Avestakurd diyarkir ku pirtûkeke nemir Arjen Arî a bi navê Çend Gotarên Wêjeyî li çapxaneyê û dê li van rojan de bê çapkirin.

 

Avestakurd