Li gor agahiyên hatine bidestxistin, piştî pevçûnên van du rojan komên çeteyan dîsa li ser sînorê Tirkiyê kombûne û di her kêliyê de dibe ku dubare pevçûn rû bidin. Di pevçûnên van her du rojan de ji van koman (Ketiba Enwar El Haq, Lîwa Ehfad El Resul, Konseya Şoreşgerî ya Leşkerî ya Rakkayê, Ketiba El Faruk, Ketiba Dire El Cezîre, Şêx Îslam El Tumeyme, Ketibe Elî Bin Ebî Talib, Ketibe El Alahu Ekber, Tabura Mergada, Ofîsa Ewlekariya Şoreşê li Rakkayê, Graba El Şam, Tabura El Adiyat, Tabura El Ebrar, Tabura Şedadî, Tabura Ehrar Xwêran, Tugaya Cind El Heremeyn, Tabura Dir El Şemal, Cindullah, Qehremanên Mendic û Cerablus, Tabura Ehrar El Tewaif.” Li dora 15 çete hatine kuştin û nêzîkî 30 çete jî birîndar bûne. Piraniya birîndaran niha di nexweşxaneya Li Serêkaniyê a li aliyê Tirkiyê de têne dermankirin.
Avestakurd