Serrûpel Nûçe Altan û Çongar ji Tarafê îstifa kirin

Altan û Çongar ji Tarafê îstifa kirin

Belav bike

Rojnameya Taraf a ku li Tirkiyê çend salan berê dest bi weşana xwe kir û bi polîtikaya weşangeriya xwe gellek tabû serûbin kirin, ku di serî de jî li dijî şaşiyên Sererkaniya Tirkiyê pozisyon girtibû û bi wêrekî rexneyên xwe dikirin, bi îstifayên rojnamevanên wek Ahmet Altan, Yasemîn Çongar û Neşe Duzel, îro di çapemeniya Tirkiyê de deng veda. 
Damezrîner û Derhênerê Weşana Giştî yê Tarafê Ahmet Altan, Cîgira Derhênerê Weşana Giştî Yasemîn Çongar û Neşe Duzela ku bi hevpeyvînên xwe yên bi navê “Axaftinên Duşemiyê” di Tarafê de cîh digirt, îstifa kirin. 
Ahmet Altan, demeke drêj bi nivîsên xwe piştgirî dabû hikumeta AKPê û her tim pesna siyaseta hikumetê dida. Altan, ev çendakbû ku li dijî siyaseta hikumeta AKPê û bi taybet jî li dijî helwesta Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rexneyên gran dikirin. 
Li gorî agahiyên dawiyê, patronê Tarafê ji Ahmet Altan xwestiye ku bila bîlfîîl rojnameyê rêvebibe. Altan jî ev qebûl nekiriye û diyar kiriye ku, ew dixwaze li ser romana xwe a ku niha dinivîse zêdetir bisekine.