Bi navê Xwedayê mezin û dilovam
Biryara jimare 26 sala 2012ê
Piştî hindeke berprisên mezin yên hikûmeta Îraqê jibikaranîna termînolojya (deverên nakokî li ser) ku, di destûra Îraqê de weke îşaret bo deverên Kurdistanî yên li derveyî herêma Kurdistanê hatiye tesbît kirin, poşman bûn û li cîyê wê di karên xwe yên fermî de termînolojiyeke din bikartînên ku, tu belgeyên qanûnî, realîstî, dîrokî û cografî jê re nîn in. Ev yek jî wê yekê diyar dike ku, hikûmeta Îraqê naxwaze medaya 140 a destûra Îraqê cîbicî bike. Ji bona parastina kurdistanîbûna wan deveran di warê nifos û kulturên cihê de û li gor qanûna seroaktiya herêma Kurdistan-Îraq a jimar 1 a sala 2005ê me biryar da ku:
1- Ji nuha û pêde termînolojiya (deverên Kurdistanê yên li derveyî herêmê) bo wan deverên Kurdistana Îraqê yên ku, madeya 140 a destûra Îraq jê digire bê bikaranîn.
2- Li ser hemû wezaret, aliyên fermî û nîvfermî û aliyên peywendîdarên din bi vê biryarê pabend bin.
3- Divê ev biryar ji roja derketinê bikeve di warê piraktîkê de.
Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistan- Îraq
12.12.2012