Li Amerîkayê li dijî dibistaneke serete a bi navê Sandy Hook, ku ev dibistana li eyaleta Connecticut li bajarê Newtownê ye, êrîş pêk hat. Di êrîşê de jê 18 zarok herî kêm 27 kesan jiyana xwe wenda kirine.
Kesekî bimaske û çekdar ketiye dibistanê û gule berdane derdorê. Sedema êrîşê hîn nehatiye zelal kirin.
Li gorî ragihandina hin ajansan, êrîşkar bavê xwendekarekî li dibistana Sandy Hook bûye.