Parlementerê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, li meclîsa Tirkiyê li Desteya Giştî a Meclîsê axaftinek kir. Onder, li ser navê partiya xwe çû ser kursiyê û zimanê ku her tim siyasetmedar bikartînên yê “em brayê hev in”, “em wek goşt û neynokê ne” rexne kir û xwest ku êdî dev jî vî zimanî berdin û wekheviyê pêk bînin.
Parlementer Onder di axaftina xwe de wiha got, “li ser ev axên qedîm mesela herî girîng mesela Kurd e. Gelo heta niha kêjan partiyê pêşniyara çareseriyê anîye? AKP bi polîtîkaya ewlehiyê nêzika meselê dibe. Dibêjin ‘pirsgirêka Kurd tine, tenê pirsgirêka brayên me yên Kurd hene.’ Kurd êdî ji gotina bratiyê îkrah dikin. Dev ji vê gotina bratiyê berdin. Dev ji peyvên manîkurê berdin, em bra ne, em wek goşt û neynokê ne… Bi van gotinana pirsgirêkeke civakî çareser nabe. Wekhevî, peyva herî bi efsûn wekhevî ye.”
Parlementer Onder di axaftina xwe de diyar kir ku, “Kurd, Xweseriya Demokratîk pêşniyar dikin. Ger Kurda federasyon an veqetandin bixwastana wê ew jî eşkere bigotana, ji xwestinê îmtina nedikirin.”