“CIHÊN LÊ BI BANDOR
“Hin pirsgirêk hene, li hin cihan: Cezîre yanî Qamişlo, Serêkaniyê, Tirbespî. Li van cihan partiyên klasîk hene. Li van cihan hin şîlotî heye. Em diçin nava gel, lê li vir zêdetir xebat û hewldan divê. Ji ber nêzîkatiyên van partiyên klasîk li hin cihan raman nijadperestî heye. Li cihên ku bandora vê yekê heye zêdetir hewldan divê.
XWESERIYA DEMOKRATÎK
“Li Efrîn û Kobanê pêkanîn çêbûn. Ji aliyê gel ve tê ecibandin, lê heta niha me hê ji sedî 10 jî pêk neaniye. Tenê komîte, konsey, hatin avakirin. Li gundan komun tên avakirin. Hê zêde nehatine pêşxistin. Komun heta niha bi awayeke fiîlî dest bi xebatê nekirine. Li gel demê dê bikeve meriyetê. Dîsa parastina gundan heye. Ji bo gihiştina hin gundan wesayit hatin wergirtin. Li şûna ku her gundek traktorek hebe, ji bo her çend gundan traktorek heye. Kooperatîfbûnek heye. Lê ev hê destpêk e. Di van mercan de ne ewqas hêsan e.”
GIRITNÊN SIYASÎ TUNE N E
“Niha ya tişta destpêkê ewlekarî ye. Ewlekariya gundan bi hev re tê kirin. dadgeh jî hene. Lihevnekirin ji aliyê komîteyên gel ve tên çareserkirin. Gilî naçin saziyên dewletê. Hin kes jî diavêjin girtîgehan jî. Jixwe girtîgehên sîstemê hene û zêde ne jî. Lê ji tu kesên ji dozên siyasî nayên girtin. Evane tenê li hemberî sucên dizî, edlî tên pêkanîn. Hemû caran nayên cezakirin. Lihevnekirina kesan jî di nava aliyan de tê çareserkirin.”
PERWERDEYA BI KURDÎ
“Em nehatin aslîmlekirin. Her kes bi Kurdî diaxivin. Hin kesên ku berê ji Kurdistanê çûne Şam û Helebê hinek asîmle bûne. An ne her kes Kurdî dizane. Me di sala 2007 de biryara projeya Xweseriyê di kongreya PYD’ê de da. Lê me nekarî em vê yekê pêk bînin. Em li rastî gelek zoriyan hatin. Êrîşên dewletê çêbûn. Piştre me malên gel vekir. Me dibistan vekir. Me li gundan dibistanên bi zimanê zikmakî vekir, lê ev tiştek manewî bû. Mafê hemû zarokan heye ku fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibin. Ger dewlet rabe bêje em ê dibistana Kurdî hilweşînin, dê hemû gelê gund rabe ser piyan. Bi vî awayî me bi sedan dibistan vekir. Evane xwedî nirxekî sembolîk in jî. Bi vê yekê em dixwazin vê yekê ji gel re bêjin ‘Zimanê te yê zikmakî heye divê tu biparêzî’. Ev yek êdî dibe tişteke normal. Ger sibê rejîmek otorîter rabe bêje ‘hûn nikarin bi zimanê xwe biaxivin’ gel vê yekê qebûl nake.”
DIBISTANÊN FERMÎ HATIN VEKIRIN
“Her dawî vê salê dibistanên fermî hatin vekirin. Me dibistana seretayî bi dersên Kurdî dest pê kir. Lê niha bingeh ne amade ye. Pêwîstî bi bi hezaran mamosteyên perwerdeya bi zimanê zikmakî heye. Beriya her tiştê perwerdeya mamosteyan divê, ev yek jî demê dixwaze. Li cihên ku mamoste hene, dersên Kurdî hene. Rêveberiya nû ya Sûriyeyê divê mamosteyên Kurdî amade bike. Em ê vê yekê bidin qebûlkirin.”
ZANÎNGEH
“Li wir jixwe zanîngeh nehatine avakirin. Ev yek jî parçeyek ji polîtîkayên rejîma Baasê ye. Li Qamişloyê zanîngeh tune ye. Li Hesekê du fakulte hene, ew jî li cihên ku Ereb lê dijîn e.”
NASNAME HATIN DAYÎN
“Kurdên ku beriya niha nasnameyên wan ji destê wan girtibûn nasnameya Sûriyeyê dan hemûyan. Lê belê êdî em vê qebûl nakin, em nasnameyên xwe dixwazin. Niha em di pêvajoya guhertinê de ne. Me qertên nasnameya xwe hêjan çênekirine. Niha tişta destpêkê bê kirin ewlekariye.”
TIRSA EWLEKARIYÊ
“Li gel me du cureyên ewlekariyê hene. Yek Asayîşe. Cihê polîsan digire. Yekîneyên YPG’ê hêzek ya çekdare. Li dervey bajaranin. Ger êrîşek çêbibe gel di parêze. Em artêşekî girêdayî dewletê naparêzîn. Gel bixwe xwediparêze, yekîneyên xwe çêkirine. Di şertên niha de jî pêwîste mirov hertim şiyar be. Pêwîstî bi yekîneyên perwerdekirî heye û ji xwe niha ew jî hene. Weke din ji xwe ji bo artêşekê çavkaniyê aborî tune ne.
Dema li Sûriyeyê rêveberiyek demokratîk hate avakirin, dê bikarîn têkiliyê vana bi hikumeta navendî re bi hevpeymanê were sererast kirin.”
TÊKILIYÊN BI EREB Û MUXALEFETA DERVE RE
“Weke ku tê fikirîn desthilatdariyek me ya li herêmê tune ye. Li gelek cihan gundên Kurd û Ereban li rex hevin, danûstandina wan li gel hev heye. Pirsgirêkek me li gel hev tune ye. Fikarên me êrîşên komên çekdarin. Evana ji her derê tên. Herî zêde ji Tirkiyeyê tên. Herêmên bimayîn paqij dikin û dixin hundir. Weke din çi pirsgirêka me li gel gelan tune ye. Ji xwe em dibêjin em perçeyek ji Sûriyeyê ne. Em xwe ji wan qut nabînin. Sibe ger hikumetek were avakirin pêwîste mafên me yên demokratîk werin naskirin. Berevajiyê wê dîsan gel dê xwe biparêze.
Meclisa Netewî ya Sûriyeyê van daxwazan qebûl nake, lê belê bê hêzin, tiştekî ku ew bikin tune ye. Piştî ku gel rêxistinkirî be, bikare xwe biparêze ma ew dê bikarin çi bikin?
Ji xwe hinek komên di hundir de qebûl dikin. Ji ber vê sedemê niha em ne li benda êrîşekê (Ereb) ne. Ji ber ku di vê pêvajoyê de me bi gelek hevparên xwe yên Ereb re peyman çêkirine. Yên têkiliya wan bi Tirkiyeyê re qebûl nakin. Ger qebûl nekin bila nekin, ma dê êrîş bikin? Em dê xwe biparêzîn. Ne di xema me de ye. Ji xwe yê qebûl dikin em bi hev re ne, yê qebûl neke jî dê pê bidîn qebûl kirin.
Di dema serdana min ya Londonê de (serê meha Kanûnê) ji malbata Muslet yekê postayek elektronîk ji min re şand û got; “2 hezar çekdarê me hene, em dixwazin li gel we hevkariyê bikin.”
ARTÊŞA SÛRIYEYA AZAD
“Artêşa Sûriyeya Azad ne tenê yek sere. Gelek serên wê hene. Hinek serên wê li Tirkiyeyê ne, hinek li Qeterê û hinek jî li Erebîstana Siûdî ne. Hevgirtî jî nîne. Gelek komên ku ji xwe re dibêjin
Em dizanin ku, Erebên dixwazin weke me xwe biparêzin hene. Em wan weke Artêşa Sûriyeya Azad qebûl dikîn. Ji xwe me bi wan re peyman çêkiriye. Dema em diçin herêma wan destûrê digirîn, heman awayî dema ew jî bixwazin bên herêma me destûrê digirin. Dervey vê
MUXALEFETA DERVE, MUXALEFETA HUNDIR
“Muxalefeta li derve ye. Piştî Meclisa Netewî ya Sûriyeyê (meha Mijdarê li Qeterê) Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê hate avakirin. Evane jî biçi awayî nûnerên Artêşa Sûriyeya Azad nînin. Koalîsyon behsa demokrasiyê dikin, behsa dewleta modern dikin. Lê belê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) dibêje ez dê “xelîfetiyê avabikin”. Bi gotinek din dixwaze rêveberiyekî beriya 1400 salan bîne. Niha çi têkiliya vê bi demokrasiyê re heye? Çi bandora Koalîsyon yan jî Meclisa Netewî ya Sûriyeyê li ser komên çekdar yên li herêmê tune ye. Bê navber behsa Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê û Meclisa Netewî ya Sûriyeyê dikin lê belê di hundir de Koordînasyona Netewî ya Sûriyeyê heye. Em jî di nava vê de ne. Niha hebûna vana li herêman heye, partiyên wan hene. Tu kes behsa van nake.”
HETA YEK YEKÊ XILAS BIKE DÊ ŞER BIKIN
“Em tu deman nedixwest şoreşa Sûriyeyê çekdar bibe. Lê belê di serî de Tirkiye û yên din rê li vê vekirin. Niha şerê desthilatdariyê tê birêve birin. Şoreş tuneye. Tişta em dixwazin şoreşe. Hevdu dikujin. Tişta me dixwest ne ev bû, lê belê hêjan
SERÊKANIYÊ
“Serêkaniye ji bo me herêmeke hesas bû. Kurd jî hene, ereb jî hene, kêmarên din jî hene. Me li cihên din rejîm qewirand û dest danî ser rêveberiyê. Lê me li Serêkaniyê nekir. Çima? Li vir rewşeke wisa dibe ku vebiguhereiya pevçûna kurd-ereban. Em di vê mijarê de hesas in. Em li bendê bûn. Aliyê kurdan di bin kontrola me de bû. Ewlehiya wan jî têde . Komên din diçûn herêmên ereban. Dest nedidan yên me, me jî yên wan. Piştre Tirkiyeyê hewl da vê li Helebê biceribîne, lê derbe xwarin. Hewl dan bikevin hin gundên Efrînê, ji ber ku gundên stratejîk bûn. Li nêzî Qasten Cundo kampek heye. Li wir derbe xwarin, paşve vekişiyan. Niha ev planeke Tirkiyeyê ye: Ji Serêkaniyê têkevinê û berê xwe bidin rojhilat. Hewldana wa eve li seranserê sînor hêzên YPG’ê bikujin, gel ya ber bi Başûrê Kurdistanê an jî kampên hatine amadekirin ve koçber bikin. Yanî daxwaza wan ew e ku kurdan bê parastin bihêlin. Plan ev bû. Wan xwestin ji Serêkaniyê dest pê bikin. Herêma ku em behs dikin xala wan ya herî rojava Serêkaniyê ye.
Di 8’ê mijdarê de ji ser Tirkiyeyê re hatin, li vir li hev û du xistin. Çûn bi ser qereqolê de girtin, bi ser navenda îstîxbaratê de girtin. Bi dehan kes mirin. Me ji wan re got nekevin herêma kurdan. Dewletê jî li wan xist. Bi balafiran bombebaran kir. Di dawiyê de dewletê xwe kişand. Bi tenê xwe man. Ew ketin hewaya serkeftinê. Gotin; Dewlet nekarî xwe li ber me bigire, ma dê Kurd xwe bigirin? Dest bi êrîşa li ser Kurdan kurdan kirin. Di 19’ê mijdarê de Serokê Meclisa Gel kuştin. Berê jî hewldanên wan hebûn. Xwestibûn derbasî Dirbesiyê û Amûdê bibin. Lê hêzên YPG’ê nehişt. Li Serêkaniyê jî dema hedef girt wan jî bersiv da. Dersa xwe girtin û şûnde vegeriyan. Gotin werin em li hev bikin. Me jî şertek bila meclîsek gel bê avakirin û ev vekişin da ber wan. Me xwest di vê meclisa gel de komeke ji 12 kesan ku 6 ji kurdan, 4 ji ereban, yek ji Suriyan û yek jî ji Çaçanan cih bigire. Û me xwest ev bajar bi rê ve bibin. Wan jî qebûl kir. Dema ku xwe didin alî Tikriyeyê sînor girt, destûr neda. Nekaribûn biçûna. Tikriyeyê ew didan zorê. Li taxên eraban man. Di taxên kurdan re derbas nedibûn. Dewletê cara duyemîn ew bomberan kir. Çawa bûye nizanim, kurdek bi wan re ketiye têkiliyê, çend kes çûne mala wî. Ew jî li wê malê hatin bombebarankirin. 6 kes li wir mirin. Agahiya me tune bû. Kurdek bû, ew girtibûn mala xwe. Lê dîsa jî nesekînîn. Di 4’ê berfanbarê de yek gulebaran dike û hevalek ji YPG’ê birîndar dibe. Dîsa berê xwe didin wir, gelek mirin. Piştre gotin; me gule bernedane, ev provakasyona Tirkiyeyê ye’ Niha dema dewleta Sûriyeyê li wan dide ew jî li YPG’ê digerin û dibêjin ‘ hun jî dê li me bixin?’ YPG’yî jî dibêjin; “Na ger hun bisekinin em êrîş nakin’. Ew dibêjin qey têkiliya me bi rejîmê heye. Dema balafir li wan dixe ew jî dibêjin em ê jî dê aliyê din li wan bixin. Hêjî dibêjin qey em bi rejîmê re ne. Hê jî fêm nekirine em serbixwe biryaran didin.”
ÇEKÊN KÎMYASAL HENE, MUDAXALEYA DERVE NABE
“Me li Sûriyeyê beriya ku bûyer dest pê bikin di serê sala 2011’an de difikirî ku partiyekê ava bikin; Li Sûriyeyê dê çi biqewime? Dema dor bê mudaxaleya derve, me got ‘dê ji derve mudaxale bo Suriyeyê tune be’. Çima nedibû. Ji ber ku çekên kîmyewî yên Sûriyeyê hene. Ev çek ne ji bo gelê Sûriyeyê, ji bo Îsraîlê xeter . Li dora Şamê fuzeyen Scud (yên bi kîmyewî) hene. Hemû berê wan dane Israîlê û di bin çiyayan de ne. Di carekê tunekirina vana ne mumkun e. Ger ku êrîşê rejîmê bikin, rejîm jî dê van bi kar bîne. Dê li dijî Îsraîlê bi kar bîne. Ew rojek nêzî sînorên Îsraîlê ne. Îsraîl li hemû sînorên xwe fuzeyên Patrîot dayne jî, dema ew roket bên avêtin Patrîot mudaxale bike jî serê wan dê bikeve nava Îsraîlê. Navbereke pir dûr hebe enceq ji ber ku navber pir bi sînor e, dema ev roket biçin, dema lêbikeve jî ev serê wan dê bikeve nava Îsraîlê. Dibe ku çekên kîmyewî li dijî Îsraîlê bên bikaranîn. Ji ber vê jî mudaxaleya derve dê zehmet be, ne mumkun e. Me ji serî de difikirî. Nêrîna me wisa bû. Şê bi awayekî van çareser bike dê wê demê mudaxale bibe. Ji sala 1992’an de ev çek hene, niha radibin behs dikin.”
HEDEFA PATRÎOTÊN TIRKIYEYÊ NE SÛRIYE YE
“Li dijî Tirkiyeyê jî dê neyên bikaranîn. Armanca Patrîotên anîne Tirkiyeyê jî cuda ye. Ew amadekariya şerekî dine. Li dijî Îranê ne. çekên kîmyewî yên Sûriyeyê ne ji bo Tirkiyeyê ne jî. Ne li sînorê Tirkiyeyê ye jî. Menzîla fuzeyên Patrîotan 250 kîlometre ye. Ji Şamê heta Helebê 300 kîlometre ye.
Tirkiye jî nikare mudaxaleyê Suriyeyê bike. Dema Tirkiye tê gotin NATO tê hişê mirovan. Ger mudaxaleyeke wisa hebe dê şer derkeve.”
DERIYÊN SÎNOR YÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
“Ji gelê me piştgiriya siyasî jî piştgiriya mirovahî jî tê xwestin. Em dixwazin deriyê me yê sînorê yê bi Başûr (Herêma Federal a Kurdistanê) re vekirî be. Yanî herî kêm dikare siviktir bibe. Dibe ku hin bertekên weke ‘Tu jî radibî weke rejîma tirk dixwazî van bixenîqînî’ li hemberî wan çêbibin. Dema em ji wan re dibêjin ‘belê belê’ dibêjin. Lê di pratîkê de pêk naynin.”
TÊKILIYÊN DERVE
“Dewletên rojava bi me re ne eleqeder in lê yên ku me guhdarî dikin hene. Em dibêjin, hinek jî dibêjin polîtîka ne mîn çandina ceh e. Em di çar mehan de dikarin encamê bigirin. Belê belkî tu biçînî lê du sal şûnde tu hilberînê digirî. Welatên Îskandînavya zêde tevli feraseta Fransa û Îngîlîstanê nebûye. Li wan deran hevdîtinên me çêbûn. Lê yên din jî guhdarî dikin. Almanyayê çend caran jivan (rendewî) da me.
SEFÎRÊ TIRK BÊ TERBIYE YE
“Mesela sefîrê tirk (Di navbera 5-6’ê kanûnê de dema konferansa kurd a navnetewî çêdibe) radibe dikare ji Parlamentoya Ewropayê re bêje Salîh Muslum negirin hundir. Çi mafê te heye. Tu xwe çi dihesibînî. Tu çi tevli karê dewleteke din dibî. Dozeke min bi te re nîne. Doza min di nava SÛriyeyê de ye. Tu çi tevli dibî. Ev bêterbiyetî ye. Ma dê Ewropa kê bigire, negire dê ji te bipirse. Dê ji te destûrê bigire. (ANF)”