Di şahiya 30.12.2012an de xwediyê kovar û weşanxaneya Nûbiharê Süleyman ÇEVİK wê li ser rola xebatên çandî û dezgeha Nûbiharê axaftinekê çêbike. Selman DILOVAN jî wê li ser vebûna komeleya Nûbiharê li Almanyayê agahiyan bide. Pêşkeşvaniya şahiyê wê ji aliyê wergêr û nivîskar Îrşad CUDÎ ve were kirin.
Nivîskar û muzîkvan Dilşad MUTÎ wê bi stran û muzîka Kurdî programê dewlemend bike.
Hêjayî gotinê ye ku, wê weşanxaneya Nûbihaê îsal jî li Almanyayê tevlî fuara pirtûkan ya ASTECê be, ku di navbera 27.12.2012-06.01.2013 li bajarê Rheinbergê tê li dar xistin.
Ji bo zêdetir agahî: