Êê, her çîrokek xwedan dawiyekê ye.
Min serpêhatiyeke nûwaze jiya.
Her hesta ku aîda mirov bû, di nav de hebû.
Ji komediyê heta trajediyê, di bajena mirovahiyê de her rengî ku heye, li vira, li ba hev, me bi hev re bi ken û bi girî dît.
Ez zen dikim ku rojekê ev rojnameya, ji lêkolîn, roman û fîlman re wê bibe mijar.
Başer Aslanê ku rojnameyeke bi vî şêweyî derxist, ji bo vê berdêlên mezin dan û êşên gran kişandin, herhal wê rista sereke bigre.
Ew vê heq dike.
Wêrekiya ku wî nîşan da, heta niha ti kesî ew wêrekiya nikaribû nîşan bida.
Alev Er’ê ku ev rojnameya ji tinebûnê avakir, li gorî min qehremanê mezin yê vê rojnameyê ye. Bê wî qet ev rojnameya peyda nedibû.
Bi wîjdana xwe a vê rojnameyê û welêt, Neşe Duzel’ê ji me hemûyan re rêbertî kir.
Yasemîn Çongar rihê vê rojnameyê bû, wê ev rojnameya koma ser hev kir.
Di her rojnameyê de nivîskarên baş hene lê, qasî ku nivîskarên baş, dirust û wêrek li vê rojnameyê hebûn, di ti rojnameyên din de tinebûn.
Û tabî zarokên min.
Ji ber ku ez ji bo wan dibêjim zarokên min, hêvî dikim ku wê dilsar nebin, bi rastî jî min hemû wek zarokên xwe dîtin.
Pirraniyê wan li vir dest bi rojnamevaniyê kir. Li Stenbol, Enqere, li bajarên Anatolya, li navçe û gundan di bin mercên zehmet de xebitîn.
Gellek êş kişandin û gellekî jî tinebûn dîtin.
Ji bo pîvan û baweriya xwe, di xortaniya xwe de guh nedane nîmetên dinyayê.
Hatin darizandin.
Her tim min bi wan îftixar kir, ji ber ku ez bi wan re xebitîm her tim ez serbilind bûm.
Ev mirovana, bi hev re nîşana vî welatî dan ku rojnamegeriya rasteqîn çawa tê kirin.
Bona ku ez jî girtime nav xwe û qebûl kirim, ji hemûyan re mînetdar im.
Pênç salên ku ez qet jibîr nakim min li vira jiya.
Lê êdî dema çûyînê ye.
Ez vedigerime karê xwe yê esil, vedigerime romana xwe.
Ez vê rojnameyê emaneta xwendevanên ku her tim destek dane me, cesaret dane me û em tenê nehîştin dikim.
Bi xatirê we.