Serrûpel Nûçe Helîkopterên Sûriyê Serêkaniyê bombebaran kirin

Helîkopterên Sûriyê Serêkaniyê bombebaran kirin

Belav bike
 Li gor agahiyên hatine bidestxistin, îro (15/12/2012) li demjmêr 12:00’an de helîkopterên rejîma Esed gundê Sefih ê ku piraniya xwe Ereb û Çeçen lê dijîn û gundê Girê Mîr yên bi ser bajarê Serêkaniyê ve ne bombebaran kirin û di encama bombebaranê de kuştî û birîndar hene. Li gor agahiyan, komên çeteyan xwestine bikevin gund da ku depoyên genim vale bikin. Hêjayî gotinê ye, der barê hejmara kuştî û birîndaran de heta niha tu agahî nehatine zanîn.

 

Avestakurd