“Di çarçoveya ew zincîreyên binpêkirinên rêveberiya herêmê beramber bi desturê dike, ku gelê Êraqê deng li ser dayiye û hemû alî û desthilata Êraqê sûnd li ser parastina wê xwariye, Serokê Herêmê Mesûd Barzanî biryarek derkiriye û tê de hemû navçeyên têvlîhev ku desturê bi navçeyên nakok bi nav dike, ser bi Herêma Kurdistane, ji ber vê yekê em dixwazin bala gelê Êraqê û hemû hêzên siyasî bikşînin bo vê rastiyê.”
Di beyannamê de bi xal weha hatiye:
“Yekem: ew biryar, her çendê tu bihayekî wê yasayî tune ye, çê nabê karîgeriya wê jî hebe, lê belê eve amajeyeke bo wêrekiyekî mezine û bazdana bi ser bilindtirîn belgeya Êraqê ku desture, em di wê baweriyê dene ku ev binpêkirin rû nedida eger desthilatên peywendîdar û hêzên siyasî tevbigerîna bi rêgirtina li her binpêkirinên din ku ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bi dirêjahiya salên borî encamp daye.
Duyem: Em daxwazê li hemû desthilatan dikin, ku vî karî şermezar bikin, bi taybet aliyên peywendîdar yên rasterast peywendîdarin li parastin û berevanîkirina li desturê, weku serokayetiya komar û encûmena nûnran û hemû aliyên cî bi cî kar û çavdêran jib o ku sînorekê bo van zîncîrên metirsiyan deynin.
Sêyem: Hikûmet bi erkên xwe rabûye û aliyên peywendîdar agahdar kiriye bo pêwîstiya pabendiya bi xelên destur, bi taybet li ew navçeyên k user bi hikûmeta navendê ne û her hewldanekî din li derveyî vê rûbirûya tundtirîn berpirsyartî dike ku beramber bi binpêkirina desturî tê kirinê ye.
Çarem: Baweriya me ya temam heye ku ew curên hewldanan hêza yasayî derbas nake û rê li hewlên hikûmet bo cîbicîkirina yasa bi ser hemûyan de bi bê cudahî nagire. Em dubare teqez dikin ku wekî din tu bijardeyekî me yê din li ber destê me de tune ye, ji bilî vegeryana desturê û rêzgirtin li çareserkirina hemû nakokiyan ku muhtemelin rû bidana di dema avakirina dewlet û dirustkirina dazgehên cur bi cur.”
Beyanname bi îmzeya serokê encûmena wezîran a Êraqê Nurî Malikî derçû ye. (Xendan)