Li gor rojnameya Rûdawê, van her her çar partiyan “Îro (15.12.12) Partiya Demokrata Kurd li Sûriye (el-Partî), Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê û herdu partiyê Azadî ya Kurd li Sûriyê di civînekî hevbeş a li Qamişloyê dirûstkirina Yekîtiya Siyasî ya Demokrata Kurd-Sûriye ragihandin.” Yek ji endamê Serokatiya Partiya Azadî a Kurd li Sûriyê Dr. Kawe Ezîzî der barê armanca vê yekîtiyê de weha ji jêderê dibêje “Ev yekitî bi armanca damezirandina partiyekî hevgirtî ya navbera 4 partiyan de pêkhatiye. Em hêvîdarin ku bi vê rêyê pirsgirêka pir hizbî ya li rojavayê Kurdistanê heta astekê çareser bikin.” Her weha her der barê heman mijarê de got “Biryare piştî 2-3 mehên damezirandina vê yekîtiyê, her çar partî beşdarî hev bibin û partiyekî hevgirtî damezirînin.” Û got ku ew ê ji niha pê ve xurtir beşdarî ENKS bibin û weha pêdeçû “Ev yekîtiya siyasî bi temamî girêdayî biryarên ENKS’ê ye. Neku em ji wê encûmenê venakişîn, belkî emê ji îro û pêde bi awayekî bi bandor û bihêztir beşdarî ENKS’ê bibin.”
Avestakurd