Parlementerê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, li Rihayê, di Panela Mafên Mirovan a ji aliyê Baroya Rihayê ve hat lidarxistin de axaftinek kir û li ser gellek mijarên di rojevê de ne sekinî. Onder di axaftina xwe de wiha got, “ez jî Tirk im, Xwedê derdekî din nede. Her tim li ser hesasiyeta Tirk disekinên, sankî Kurd li şûna xwe nalive. Kurdan re dibêjin ‘hele tu li wira bisekine em pêşiyê ev hesasiyeta Tirkan hel bikin, wana îkna bikin, em ê dûra mafên te bidine te’. Ev tiştekî pirr wahîm e. Ku min xwe naskiriye vir ve, ev hesasiyetên Tirkan her diçin zêde dibin, qet bidawî nabin… Sererkani qala mirina 50 hezar mirovî dike. Ji van 7-8 hezar leşker in, miriyên din zarokên Kurdan in, ku bi hatina gerîla a Haburê, Kurd kêfxweş nebin gelo kî yê kêfxweş bibe?… Dibêjin ku me li herêmê rewşa awarte rakir, ku rakirin ev e, Xwedê me ji vê rewşê biparêze. Cara ewil e ku li kolanên Amedê tank gerandin, li serî her kolanekê tank sekinandin, vê ancax artêşeke dagirker dike…”