Hat îdiakirin ku ji aliyê artêşa Sûriyê ve 2 generalên Tirk, 6 efserên tîma taybet û 4 endamên MÎTê (Teşkîlata Îstixbaratê a Netewî) yên dîl ketine hene. Endamê Parementoya Sûriyê û nûnerê Abhazya yê Suriyê Dr. Şeref Marşan, ji Ajansa Nûçeyan a Abhazya re ragihandiye ku, di destên artêşa Suriyê de 2 generalên Tirk yên ku dîl hatine girtin hene. Navên her du generalên dîl ketî nehatiye eşkere kirin.
Li gorî nûçeya Genç Bakişê jî, 6 efserên tîma taybet, 4 endamên MÎTê dîlketiyên artêşa Suriyê ne. Di destê artêşa Suriyê de hebûna van kesan hatiye piştrastkirin. Ev kesana li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê, dema ku militan ji Tirkiyê derbasa Suriyê kirine hatine girtin. 6 efser û 4 endamên MÎTê bi artêşa azad a Suriyê re xebitîne. Efserên ku hatine girtin navê wan û rutbeya wan: Yasin K.(Sitvan-yuzbaşi), Sinan T. (Serpel), Fuad Y. (Serpel), li Îdlib hatiye girtin, Mustafa H. (Serpel), brîndar hatiye girtin, Hasan G. (binserpel), Tarik T. li Îdlibê hatiye girtin û rutbeya wî ne diyar e.