Fîlma “F Tîpî” a ku ji aliyê 9 derhênerên cuda ve hatiye kişandin û çêkeriya fîlmê koma muzîkê Grup Yorumê kiriye, 21ê Berfenbarê roja înê wê têkeve vîzyonê. Fîlm, tecrîda li girtîgehên F Tîpî radixîne ber çavan. Parlementerê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî di nav de, derhêneriya fîlmê ev derhênerana kiriye; Ezel Akay, Sirri Sureyya Onder, Bariş Pirhasan, Aydin Bulut, Huseyin Karabey, Reis Çelik, Vedat Ozdemir, Mehmet İlker Altınay û Grup Yorum (FOSEM).
Di fîlmê de ev lîstikvanan cîh digirin; Tansu Biçer, Serkan Keskin, Bulent Emrah Parlak, Gizem Soysaldi, Erkan Can, Firat Taniş û Civan Canova.
19ê Berfenbarê li Sînemaya Atlasê galaya fîlmê wê bê lidarxistin. Di 21ê Berfenbarê li hemû sînemayên li Tirkiyê û dawiya meha Berfenbarê jî li hemû Ewrupa wê têkeve vîzyonê.