Li gor hevpeyvîna rojnameya El Ekbar ya Libnanî ligel Farûq El Şara kirî, Farûq El Şara diyarkir ku dê ne rejîm û ne serhildêr encama şer bi rêkên çekdarî destnîşan bikin, dê serhildêr jî nebin çareseriyek ji pevçûnên li Sûriyê û dê serkeftin bibin sedema qeyranê. Her weha Farûq El Şara got ku ‘rejîma Esed guhartinê pêknayîne’ û got ku divê çareserî ji hundêr Sûriyê pêk bê û diyarkir ‘rejîm û serhildêr (muxalif) ketine ser rêyeke ku têkoşîn wendakirine.’ Farûq El Şara teqez li wê yekê jî kir ku ‘Kîjan lihevkirineke siyasî be, divê di nava xwe de hemû alî hebin, hikûmeteke yekîtiya netewî be û dûr hemû rengên tundiyê be.’
Avestakurd