Li gor rojnameya Musteqbel a Libnanî û jêderê nûçeya xwe kesekî Rûsî yê nêzîkî Esed e, Serokdewletê Sûriyê Beşar El Esed xwe amade dike ji Şamê bireve çiyayên Elewiyan. Her weha rojname diyardike ku Esed ji bo vê çûna xwe, 7 tugayî yên Hêzên Taybet, lîwayekî pispor yên moşekên plasitîkî û çekên kîmyawî li van deveran bicihkirine. Hêjayî gotinê ye, rojname balê dikişîne ser van tugayên hatine şandin û dibêje piraniya xwe Elewîne û xelkên van navçeyan jî piştgirê Esed in.
Avestakurd