Serrûpel Nûçe “PYD % 60-70 nûnertiya gel dike“

“PYD % 60-70 nûnertiya gel dike“

Belav bike
 Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di berdewamiya axivitina xwe ya ji ANF’ê re, weha pêdeçû “Binerin, PYD li wir sed ji 60-70yê girseyê temsîl dike. Ev tê watê ye ku ji kurda B re dibêjin; ‘’hûn pev biçin. Bi PYDê re bi hev biçin, em ê bibin paşmêrê we.’’Helbet ku ew bi PYDê re pev biçin wê mafek neyê bi dest xistin, ew derfet wê nemînin. Jixwe Sûrî parçeyê herî biçûk e, nexasim ku pevçûneke navxwyî çêbibe dev ji bidestxistina mafan berdin, a heyî jî wê ji dest biçe.” Karayilan behsa Tirkiyê kir ku çawa aşkere alîkariya van koman dike û got “Ji hêla din ve jî her cure derfên leşkerî, ekonomîk, dide rêxistinên Ereb ên Sûrî û ji bo bikevin pêvajoya xwebirêvebirina kurdên Heleb, Efrîn, Serêkaniyê û bi ser wan de dişîne. Çeteyênên Serêkaniyê jixwe ji Tirkî hatin. Yanî dewletek belkî cara yekê ye ku bi awayekî hişkere piştgiriyê dide hin komên çekdar. Mînak paş-eniya êrîşkarên Serêkaniyê Tirkî ye.Ji wir tê, pev diçe, birîndar dibe, diweste, diçe wir vedihise, birîndarê xwe dibe wir. Yanî bi temamî paş-eniya wan Tirkiye ye.”

 

Avestakurd