Serrûpel Nûçe Barzanî ji KCD re: Ji bo aştiyê bixebitin

Barzanî ji KCD re: Ji bo aştiyê bixebitin

Belav bike
 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî (18/12/2012) pêşwaziya pêşwaziya Şandeya KCD’ê a bi serokatiya Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk kir. Di vê hevdîtinê de Şandeya KCD’ê diyarkir ku mebesta serdana wan ew e ku ji nêzîk ve aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bizanin. Ji aliyekî din ve di hevdîtinê de ji bilî gotûbêjkirina rewşa di navbera Kurdistanê û Îraqê de, bi taybet li ser rewşa Kerkûkê, rewşa penaberên Kurdên Rojava û Kongreya Netewî hate sekinandin. Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî daxwaz ji şandê kir ku ji bo bidestxistina mafên rewa yên Kurdên li Bakûrê Kurdistanê, teqez divê xebata aştî û peralemenî û gel û dîplomasî bê kirin.

 

Avestakurd