Serrûpel Nûçe “Ez 6 mehan di klûbeya kûçik “CO“ de hîştim“

“Ez 6 mehan di klûbeya kûçik “CO“ de hîştim“

Belav bike

Di salên 1980 û 1982 an de, Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, li Girtîgeha Amedê tê zindankirin û di ciwaniya xwe de rasta êşkenceyên hov tê.
Rojnamevan Ahmet Hakan, di nivîsa xwe a îro de, li ser êşkence dîtina Kişanak disekine. Li ser daxuyaniya Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulend Arinç ku gotibû, “êşkenceya bêehlaq a ku di 17 saliya xwe de parlementera BDPê dîtiye, ger ez rasta wê êşkencê bihatama, ez ê jî biçima çiya”, eşkere bû ku ew jina parlementer a BDPê Gultan Kişanak e. Kişanak, ji Ahmet Hakan re wiha tenê mînakeke êşkenceya ku dîtiye dike: “Rojekê midurê girtîgehê Esat Oktay Yildiran hate qawişa me jinan. Herkes rabû ser linga lê ez li ber wî ranebûme ser linga. Ji ber vê, bona ku ez li ber wî ranebûme ser linga, ez xistime qulûbeya kûçikê wî “Co.” Kûçik dîsa nikaribû li wî qulûbeyî bisekine. Qulûbekî biçûk bû û di nav pîsiyê de bû. Ne rojekê, ne du roja, ne mehekê, tam ez 6 meha li wî qulûbeyî hîştim. Di wî qulûbeyî de bîhn standin dîsa bi zehmet bû. Her roj li min dixistin û êşkence bi min dikirin.”