:
:
:
Bi rastî min nedixwest ku ez qapaxê ji ser beroşa vê mijarê rakim, lê divê ez hinek xalan zelal bikim ji bo ku her tişt were nasîn.
Hin kes hene ji ber girêkên mezin ên di hindirê xwe de, ku bi rastî çare jêre nîne, (ku di serê wan girêkan de yek heye ez nav lê dikim „kurdbûna folklorîk“), ew kesên nepak dixwazin di rêya pîskirina mirovan re xwe paqij bidin xuyakirin. Ew kes, ku binavkirina wan zêdeyî qîmetê wan e, mixabin mîna nivîskar û panelîst û rojnamevan û malpercî û şanoger jî carna têne nasandin. Min hinek dizên xwe jî vê dawiyê nas kirine, ewên ku di quncikên tarî de û bi namerdî nivîsên min ên erebî bi çewtî werdigerînin kurdî û davêjin e-mailan û li postên hevalên mîna xwe vêl û „kurdên folklorîk“ ên facebookê belav dikin.
Li vir ezê ne pişgiriya xwe bikim bi qasî ku ezê rastiyeke winda bînim ber çavên xwendevanan bi taybetî kurdên me ên bakur ku ew xiltên kor î me – bi hêviya ku reha şermê di wan de bilive- ev nivîsa han daye ber pozê wan, bi derewên ji serê xwe mestir ketine piştî ku di her warî de iflas bûne û „tirqên“ wan diyar bûne.
Ez û artêşa azad a sûrî:
Dibe ku gelek ji kurdên me yên bakur nizanibin ku min rexnekirina artêşa sûrî a azad (ASA) bêtirs û pirs hîn di destpêka şoreşa Sûrî de kiriye, bêtirî sê çar gotaran min bi erebî nivîsnadine derbarî xeternakiya vê artêşê û idolojiya wê ya erebîst-islamîst ku me vedigerîne serdema yekrengiyê ku milletên Sûrî ji bo ruxandina wê bi hezarê şehîdan dide. Her weha girêdana wê ya bi dewleta Tirkî re jî cihê rexneyê ye/bû li ba min.
Ezê çend mînakan ji fikrên xwe ên derbarî vê artêşê ji we re ji hin nivîsên xwe wergerînim li gel linak wan nivîsan (ew wergervanê bê şeref bila pozê wî bişewite):
“Navên yekîneyên Artêşa Azad ku tenê yekreng in û nîşana take idolojiyekê tenê ne ku ew rengê misilman ê sunnî ye, metirsiyekê ji Sûriya pêşerojê re dertîne holê, ku ew Sûrî dê wisa ne çêtir be ji Sûriya partiya Baas a ku sekeratê dike. Wa ji min ve diyar e ku dewleta Tirkiye, Sûriyeke li gor xwe dixwaze ava bike, Sûriyeke Ixwanî ku nêzîkî partiya wê ya desthilatdar AKP be, ku hin hestiyan davêje ber millet û mezhebên din û para mezin her ji xwe re dibe……guhertina diktatoriyekê bi yeke din re ne şoreş e”. (1)
Di gotara “Tiving dema ku riya/riha xwe berdide” de min tirsa ji vê artêşê wisa anîbû zimên:
“ji min ve diyar e ku hin alî hene dixwazin şoreşa Sûrî ji xwe re bibin, ev şoreşa xweşik î delal û mudhiş, ev hêz dixwazin ku şoreş yekrengî be, lê ew vêketiye li dijî yekrengîyê. Ew dixwazin Sûrî bikişînin quncikekî tarî û reş, lê Sûrî serî hildaye ji bo ku ew di quncikên tariya gendelî û bindestîyê de dorpêç bûbû. Ew dixwazin artêş ji bo mezhebekî tenê be û ew artêş parçe bûye û serî hildaye ji ber ku ew berê a mezhebekî tenê bû. (2)
Ez rexneyan li têkiliya vê artêşê û dewleta Tirk jî dikim, dibêjim ku nabe ajendaya Tirkiye li Sûrya nû pêk were, lê rexneyên min di vî warî de ne “folklorîk” in. Ez tucaran nabêjim çima ev artêş têkiliyan bi hikûmeta Erdogan re li dar dixe (helbet di sînorên teng de jib o ku çekan bi dest bide û çekdarên xwe perwerde bike)! Ev rexne ecêb e û ne mentiqî ye, tenê ji wan kesan tê ku ew bi xwe di têkiliya bi rejîma Esed re de bûn û bi salan ji xwe re ew kiribûn pişt! Yanî ji wan re helal bû sûdê ji Esed (ku rejîma wî bi hezar qatî ji rejîma Tirkiyê pîstir e) werbigirin lê ji xeyrî wan re heram e sûdê ji Erdogan werbigirin. Yanî ew dixwazin her mirov bi çavê wan li her mijarê binêre, ev jî di siyasetê de (di gel ku îmana min ji pîvanên siyasî dice) rewa û durust e ku tu faydeyê ji nakokiyên herêmî û navneteweyî bikî. Me bi xwe diaznibû/em dizanin ku çi têkilî di navbera PKK û rejîma faşist a Esed de hebû/heye, me dizanibû ku şaş e jî, lê dîsa me çavên xwe jê digirtin û me digot de belkî ji xêra kurdan re be û nabe em bi çavên “şairane” li wan têkiliyan binêrin, lê talî jî me nas kir ku qet ne ji xêra kurdan re bû/niha jî ne ji xêra kurdan re ye (ew me bikartînin ne em wan). Me dît çawa ewan “dostên stratejîk” di roj û şevekê de serokê PKK radestî serencameke wêran kirin.
Prensîb yan berjewendî:
Ez wek intelektuelekî kurd bi çavên berjewendiyan li tu mijarê nanêrim. Iddia dikim ku ez xwedan fikreke azad im, ne xema min e kîye yê ku ez wî rexne dikim, Öcalan be, Barzanî be, Qazî Mihemed be bavê min be kî be ne xema min e. Ez hurmet û rêzgirtinê ji bîr nakim bes ku were ser heqiyê, heqî ji Aristo pêşdetir e her wekî ku Platon li ser mamosteyê xwe digot. Dema ku rojnamevan Serdeşt Osman li Hewlêrê hate tesfiyekirin, min imze jî komkirin û ew kiryara kirêt protesto kir (kesên ku nexwestin yan newêrîbûn imze bikin jî hebûn). Dema li Silêmaniyê di xwepêşandanên tevgera Gorran de hin kes hatin kuştin min hikûmeta herêmê bi tundî rexnekir û li encaman ne pirsî, min negot kî haş kî zîz.
Tê bîra min, tê bîra hinek kevnedostên min jî ku dema ez xebatkarê Medya tv yê bûm û ez nûçexwanê beşê erebî bûm, sala 2003 an xwepêşandaneke kurdên Rojava (Sûrî) li Şamê li dar ket, min bi insiyatîva xwe bêyî ku guh bidim girêdana “stratejîk” a PKK bi rejîma Esed re, gotûbêjek li gel serokê partiya Yekîti siyasetmedar Fuad Elîko plan kir. Minê di xwepêşandanê de telefonî wî bikira û hin agahî jê werbigrtana, lê hinek nandozan çûn xeber dane rêveberiya Tv yê û nehiştin ez wê girêdana bi rêya telefonê li dar bixim, rêveberiyê li şûna ku bi cesaret bibêje: em naxwazin li dijî dewleta Sûrî bin, rabû (navê wî nayê bîra min) derewek kir û got: tiştek li Şamê nebûye, çalakî nînin.
Qet ne di bala min de ye ka balansa siyasetê divê çawa be, li ba min nirx hene, prensîb hene û fikra min a azad heye û ez her tiştî lê dipîvim. Ez wek rewşenbîrekî kurd dibînim ku rola rewşenbîran kontrolkirina siyasetmedaran e û rakişandina wan e ne meşa li dû wan û paldana di siya wan de ye.
Rojnamevanekî RONAHÎ TV û “heval” Erdogan:
Niha PYD bi baskê xwe yê leşkerî YPG li gel „çeteyên artêşa Azad û Cebhet Ennusra û ajanên Erdogan“ li hev kiriye. Ê de ser xêrê be. Min ji zû de digot ku em li Sûrî bi qasî ku bi hewceyî dostan in ne bi hewceyî dijminan in, ji bo vê jî ehmeqên folklorik ez wek ajanekî Erdogan îlan kirim, di emalilan de sixêf û tedîd ji min re şandin (dem dema berê ba ê hevalan te bikuştana û “çîkê” te jêkrana û bixistana devê te. Ji emailekê), ewan di Facebookan de navê min kirin berdevkê dijminan, rojnamevanekî ku nuha xwe di Ronahî Tv yê de qurre dike ez kirim nandozê artêşa azad û post nivîs û rê da “cewrikên” xwe ku bi ser min de bireyin. “cewrikên” wî jî texsîr nekirin, navên “qewad” “bênamûs” “gemar” “qirêj û pîs” “nandoz û nexweş” “serserî” “bi qasî ku pereyan distîne, diaxive” û hîn û hîn ji wan peyvên ku bi rastî min nizanibû çawa bersiva wan bidim (nuha kevnedostekî min dîsa ê di dilê xwe de bibêje: tu xwe wek qurban nîşan didî, dilan bi xwe dişewtînî. Na dosto, ez waqieyan dibêjim û behsa kiryarên hempîşe û hemkarê te dikim lo). Çima ewqase dijûn! Ji ber ku ewî rojnamevanî bi derewan di posta xwe de gotiye ku Jan Dost pesnê Artêşa Ayad dide! Vaye ew “hevalên folklorîk” û ew “cwrikên” ehmeq çepikan ji lihevhatina ajanên „Heval Erdogan“ û „çeteyan“ re lê dixin. Îca kî berdevkê dijminan e! û kî “qewad” e ey rojnamevanê Ronahî Tv yê?
Ez ne bi dizî li dijî siyaseta stalînîzmê me, ez li dijî totalîtarîzmê me, çi a „Kekê“ min û „Apê“ min be, çi jî a „Mamê“ min û xalê min be. Xatir li cem min nînin. Û rexneyên min ne ji vala tên, dibe ku ez şaş bim, pirr jî şaş bim û ji şaşiya xwe vegerim jî lê bêdengî ji min nayê. Bêdengî karê wan rewşenbîran e ku mîna wan kerên qaçaxçiyan in, ew kerên ku “qûna“ wan rûn dikin da ku nikaribin bizirin û leşkerên parastvanên sînor bi qaçaxçizan û barên qaçaxê nehisîinin(zirrînên wan tavilê dibin ba û bi ber wan dikevin). Ez ji keran jî fedî nakim û her wek ku seydayê Cegerxwîn digot, ez jî dibêjim:
Zana dizanin ew kiye, yên ker dibêjin kafir e.
Kafirî hî pirr li bejna min tê.
1) http://www.amoude.net/index.php?option=com_content&view=article&id=1511:2011-11-17-20-19-52&catid=15:2010-11-03-01-10-34&Itemid=23
2) http://www.knntv.net/details_articles.php?id=156