Serrûpel Nûçe Hêzên pêşmerge balafireke Îraqê xistin

Hêzên pêşmerge balafireke Îraqê xistin

Belav bike
 Li gor nûçeya Rûdawê ku jêdera xwe Lîwaya 1’ê destnîşan dike “Berî niha hêzên pêşmergeyan gule li balefireke bê pîlot a Artêşa Îraqê barandine û xistine xwarê.” Li gor jêderê  ew balefir ” Bi armanca lêgerîn û çavdêrîkirina hêzên pêşmergeyan hatibû navçeyê.” Der barê heman mijarê de li gor Wekîlê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Enwerî Hacî Osman ji jêderê re axivî “Balefir hatiye ser hêzên pêşmergeyan û pêşmergeyan jî li balefire xistine, lê hê ne diyare ku balefir ketiye yan na.” Hêjayî gotinê ye, ev demeke dirêje qeyrana di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de ji sedema şêwazên faşîstî û mejiyê dagirkirina Kurdistanê yê Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî berdewam dike û heta niha der barê çareserkirina aloziyê tu pêngavên liberçav nehatine avêtin.

 

Avestakurd