Serrûpel Nûçe Talabanî diçe Almanya

Talabanî diçe Almanya

Belav bike

Ji bo dermankirina Serokomarê Iraqê Celal Talabanî, ji Almanya heyeteke bijîşkan a ku ji 5 bijîşkan pêk tê, çûye paytexta Iraqê Bexdayê. Heyeta bijîşkan a Alman, daxuyandiye ku tenduristiya Talabanî ber bi başiyê ve diçe. 
Li gorî ragihandina rojnamevan Rewa Hecî, heyeta bijîşkan biryar girtiye ku Talabanî bibine Almanya. Rojnamevan Rewa Hecî, li Sleymaniyê beşdarî weşana zindî a televizyonekê bû û di derbarê tenduristiya Talabanî de agahiyên dawiyê dan. Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî jî li nexweşxanê serdana Talabanî kiriye.