Serrûpel Nûçe Alain Delon Jenosîda Ermeniyan şermezar kir

Alain Delon Jenosîda Ermeniyan şermezar kir

Belav bike

Aktorê sînemaya Fransiz yê bi navûdeng Alain Delon, ji bo galaya fîlma bi navê “Ji Dayikan re Salên Baş” çû paytexta Ermenistanê Erîvanê. Delon li Erîvanê eleqeyeke pirr mezin dît. Bi Serokomarê Ermenistanê Serj Sarkisyan re jî hate cem hev. Sarkisyan pesna fîlmên Alain Delon dan. Aktorê navdar Delon jî, di hevdîtinê de a bi Sarkisyan re, li hemberî eleqe dîtinê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha axifî, “helwesta Fransa a di mijara Jenosîda Ermeniyan de gellekî zelal e. Ez jî Jenosîda Ermeniyan şermezar dikim.”
Alain Delon, li Erîvanê Bîrdariya Jenosîda Ermeniyan jî ziyaret kir.