Serrûpel Nûçe  Semînerek li ser edebiyat û çanda kurdên Sovyetê

 Semînerek li ser edebiyat û çanda kurdên Sovyetê

Belav bike

Semînera ku ji aliyê Komerleya Çandî û Hunerî ya Çirayê ve hatibû amadekirin, li heman saziyê pêk hat.

Di semînerê de li ser kurdên sovyeta kevin, ji aliyê siyasî, aborî, civakî, komeleyatî, çandî û hunerî ve hat agahdarkirin û rewşa wan ya di dirêjahiya dîrokê de li ber çavan hat raxistin.

Semînera ku hêjmareke mezin rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskar jî beşdar bûbûn, ji aliyê nivîskar û rewşenbîrê kurd Ekserê Boyîk ve hat pêşkêş kirin.

Ekserê Boyîk di gotara xwe de li ser nefîkirin û derbederiya Kurdên sovyeta kevin ya berya Şoreşê û piştî şoreşê, berxwedan û hewlên wan yên di warên çandî û wêjeya kurdî de “Kurdistana Sor” û li ser hatina Barzaniyê Nemir ya sovyetê rawestiya.

Boyîk di dirêjahiya gotara xwe de bahsa rola Radyoya Yêrîvanê û Rojnameya Riya Teze di şiyarkirina Gelê kurd de ya di warê neteweyî de kir.

Boyîk dazanîn ku piştî belavkirina Sovyeta Sosyalist, piraniya Kurdên Misilman li Qirgistanê kombûne û kurdên Yêzidî jî hatine xapandin û li welatên cihê cihê belav bûne û bê xwedî mane.

Boyîk di beşa duyemîn ya semînerê de jî bersiva pirsên beşdaran yên li ser mijarên cihê cihê da û pirtûkên xwe bo xwendevana îmze kir.

Çavkanî: Dengê Kurdistan