Serrûpel Nûçe “Em niha jî serxwebûna aborî dixwazin”

“Em niha jî serxwebûna aborî dixwazin”

Belav bike

Kovara Time Worldê 13-ê vê mehê hevpeyvînek digel Nêçîrvan Barzanî kiriye û doh belav kiriye. Nêçîrvan Barzanî behsa têkiliyên xurt û baş yên digel Tirkiyê dike û dibêje ji bo ku Kurdistan bikare serbixwe bibe dive dewleteka li herêmê piştgiriya wê bike û dibêje Tirkiye ji aliyê siyasî ve heta niha piştgiriya serxwebûnê nake.

Digel hindê jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje têkiliyên aborî û siyasî yên Kurdistanê û Tirkiyê gelekê pêşde çûne û Kurdistan dikare bi rêya Tirkiyê petrola xwe bigihîne bazara derve. Barzanî dibêje xetera herî mezin li ser yekîtiya Iraqê serokwezîr Nûrî Malikî bi xwe ye ji ber ew bi awayekê yekdest welat bi rê ve dibe.

Peyamnêrê Time Worldê dipirse ka gelo wî berî pênc salan texmîn dikir ku dê bikare li vêderê pêşwaziyê li serokê dewletan bike û Nêçîrvan Barzanî dibêje: ‘’Berî pênc salan gelek zehmetî hebûn, bi rastî. Berî pênc yan zêdetir salan gelek zehmet bû mirov texmîn bike. Ji ber tê bîra min hingê, nemaze Tirkiyê 200 hezar eskerên xwe anîbûn ser sînor. Em tehdîd dikirin ku dê têkevin vêderê. Li şûna wê niha tenê Herêma Kurdistanê ticareteka bi qasî heşt milyar dolaran digel Tirkiyê heye û gelek şirketên mezin yên Tirkiyê li vêderê kar dikin. Ji bo vekirina balafirxaneya Hewlêrê Serokwezîr Erdogan hat vêderê. Yanî guhertineka mezin çêbûye.’’

Nêçîrvan Barzanî dibêje hem Kurdistan û hem Tirkiye mihtacê hevdu ne. Pêwistiya kurdan bi dergehekî heye ku Tirkiye ye û pêwistiya Tirkiyê jî bi petrol û gazê heye û ew jî li Kurdistanê heye.

Wek bersiv bo pirsa ka gelo kurd ji berê zêdetir nêzîkî serxwebûna Kurdistanê bûne Nêçîrvan Barzanî dibêje: ‘’Ez bawer dikim, belê, me firseteka gelek baş heye. Lê belê gelek asteng jî li hemberî me hene. Gelo em çawa dikarin – mebesta min ji bo Kurdistaneka serbixwe – berî her tiştî bi kêmî welatekî li dora xwe qane bikin. Bêyî ku em wan qane bikin em nikarin serbixwe bibin. Li vî cihê girtî divê hêzeka mezin qane bibe ku piştgiriya wê yekê bike. Ya ku me niha divê ew e ku em ji aliyê aborî ve di hundirê Iraqê de serbixwe bibin. Tehdîda herî mezin li ser yekîtiya Iraqê Serokwezîr Nûrî Malikî ye. Ji ber Serokwezîr Nûrî Malikî yekdest û wekî şowa yekzelamiyê kar dike. Ev aîkariya çareserkirina problemên Iraqê nake.’’

Nêçîrvan Barzanî rexneyan li siyaseta Emerîkayê jî digire û dibêje Emerîkayê çima hewqasê eziyet da xwe û hat Iraqê û paşê Iraq teslîmî destê ”hinekên din” kir. Rojnamevan dibêje gelo mebesta te Îran e û Barzanî dikene û dibêje min got ”hinekên din”. (Nefel)