Balyozê Emerîkayê Robert Ford li bajarê Hewlêrê ligel şandeke Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê civiya û got: ‘’Desthilata rejîma Beşar Esed nêzîkî hilweşînê bûye û bi texmîna min di hundirê çend hefteyan an sê mehên din de hikûmeta Sûriyê hildiweşe.’’
Li gor televizyona NRT, Robert Ford tekez kir ku divê Kurd tevlî Îtîlafa Niştimanî ya Mixalefetê bibin û wiha axifî: ‘’Bi vî awayî Kurd dikarin berdewam maf û daxwazên xwe di kongreyên navdewletî de bînin ziman, herwiha di nav Sûriyê û civaka navdewletî de jî dostên zêdetir ji xwe re peyda bikin.’’
Balyozê Emerîkayê axaftina xwe wiha qedand: ‘’Ger Kurd li derveyî bazinê mixalefetê bimînin wê demê ji dariştina nexşeya dahatû ya Sûriyê dûrdikevin û dibe ku zerareke mezin jî bighîne dosya wan. Herwiha pirsa Kurd li Qamişlo û Efrînê nayê çareserkirin, li Şama paytext û bi rêya destûrê tê çareserkirin.’’ (basnews)