Berî helbestvanê navborî dest bi helbestên xwe bike, Karker Tovî berpirsiyarê Lawên Kurdên Berlînê peyvek pêşkêş kir û têde bixêrhatina mêhvanan kir, herwesa Rojnamavan Armanc Agîd Nêrweyî, helbestvan da naskirin, kurtejiyan wî xwend paş delîveya helbestxwandinê ji bo Helbestvan Layîq Korêmeyî ruxsand.
Layîq Korêmeyî bi helbestên xwe serma, seqem û befra Berlînê heland, ew helbestên hatî xandin: Çînganê, Ji bo wê Zîna Zîndan kirî, Sînaryo, Xerîb im, Dîtin, Şehîd, Şengeyî, Ew xwudîka ji xwede xeyîrî, Ahh, Şeveke bê nimêj, Dê dozexê lêk givêşîn û Dengê azadiyê li dawiyê helbestvanê navborî hat xelatkirin ji aliyê xanim Wîdad li ser navê saziya Sozik û Lawên Kurd û Doktor Gundî jî pirtûka xwe ya helbestan xelatî navborî kir.
Hêjayî amajepêkirinê ye îro sibê Layîq korêmeyî ji berlînê difire Swêdê li wir jî wê seredana sazî û komeleyên Kurdî bike û piştre vedigere Berlîn û 4 meha yekê êvareke helbestxwandinê li Hannoverê saz dike.
AvestaKurd – Berlîn