Di peyama xwe de hikûmeta Kurdistanê pîrozbahiyên xwe ji bo mesîhiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê pêşkêş kir û hêvî kir ku hermû sal bibin salên biratî.
Di peyama xwe de hikûmeta Kurdistanê dibêje fileyên herêma Kurdistanê bi azadî dijîn û tu rêgirî li hember wan tune ye û karûbarên xwe yên ayînî bi serbestî cîbicî dikin.
Di peyamê de hatiye ku li cihên din yên Iraqê mesîhî rastî êrîş û zoriyên terorîstî tên.
Tê ziman ku li herêma Kurdistanê kesek ji ber nasnameya xwe ya netewî, ayînî, mezhebî, rastî metirsî û êrîşan nayê.
AVESTA KURD