Serrûpel Nûçe Tiştek bi serê Talabanî were Malikî sûcdar e

Tiştek bi serê Talabanî were Malikî sûcdar e

Belav bike


 

 


 


 

Jêderên nêzîkî qesra serokkomarê Iraqê dibêjin, şerê bigotinan di navbera serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî û serokkomar Celal Talabanî debû sedema ku rewşa Talabanî xerab bibe û krîza dil pêre çêbibe.

 

Roja duşemê (17.12.2012) bi şev Malikî çûye serdana Tabalanî û bi munasebeta ku ewji bajarê Silêmaniyê vegeriya ye Bexdayê bi xêr hatina wî kiriye.

 

Hevdîtina wan li bîroya Talabanî çêbûye.

 

Di vê hevdîtinê de li ser rewşa Iraqê û pirsgirêka dinavbera Hewlêr û Bexdayê de axifîne.

 

Ev hevdîtinê ji aliyê endamê polîtbîro yê Yekîtiya NiştimanîKurdistanê Azad Cindiyanî ve hate piştrastkirin.

 

Malikî ji Talabanî xwestiye ku ew raporteke musteşarê CelalTalabanî Fexrî Kerîm tekzîb bike.

 

Fexrî Kerîm hem sernivîserê rojnameya AL Mada ye, hem jî yekji kesên herî nêzîke ji Celal Talabanî.

 

Fexrî Kerîm di rojnameya xwe Al Mada de nivîsandibû kuMalikî di civîneke xwe de bi Talabanî re êrîşeke giran biriye ser Sunneyan.


 

Fexrî Kerîm di nivîsa xwe de gotiye, Malikî ji Talabanî regotiye ku Sunneyên Musilê dijmin in, (işbirlikçi ne), komplocî ne, newelatparêz in, herêmperest in… û bila Talabanî wan tevlî herêma Kurdistanêbike û“em ji wan xelas bikin“

 

Talabanî daxwaza Malikî ya tekzîbkirinê qebûl nekiriye.

 

Talabanî gotiye ku kasêta dengê Malikî li cem Fexrî Kerîmheye û eger tiştek çêbibe ewê belav bike.

 

Li gora malpera Erebî ya bi ittîbar Îlaf, Talabanî ji Malikîxwestiye ku hinekî nerm bibe û bi aqilane pirsgirêkên navxweşî  û yên bi Hewlêrê çareser bike.

 

Li ser vê yekê Malikî dengê xwe bi ser Talabanî de bilindkiriye û jê xwestiye ku nebe alîgirê aliyekî û weke serokê Iraqê tevbigere û jiber ku Kurde piştgiriya Kurdan neke.

 

Piştre şerekî bi gotinan, li bîroya Talabanî di navbera herduyan de derdikeve.

 

Talabanî (79) aciz dibe, û ji ser kursiyê dikeve.  

 

Yekser wî radikim „Bajarê Tibb“ li wir tê dermankirin.

 

Malpera Îlaf ya Siûdî Erebistanê dinivisîne ku piştî Malikîji bîroya Talabanî derdikeve, emir dide hêza eskerî ku mala Fexrî Kerîm kunêzîkî qesra serokomar e, dorpêç bikin.

 

Fexrî Kerîm jî daxuyaniyeke çapemeniyê da û got komandoyênMalikî mala wî dorpêç kirin û jê xwestin ku malê vala bike (bi hiceta ku ewmilkê dewletê ye)

 

Fexrî Kerîm di wê daxuyaniya xwe de got, dengê Malikî li cemwî qeyd kiriye û eger pêwîst be ewê deng belav bike.