Serrûpel Nûçe Gelo kaseta Malîkî Talabanî nexweş xist?

Gelo kaseta Malîkî Talabanî nexweş xist?

Belav bike
Hat îdiakirin ku, Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî bûye sedema nexweşiya Serokomarê Iraqê Celal Talabanî.  Li gorî îdiayê, Malîkî piştî ku Talabanî vedigere Bexdayê diçe serdana Talabanî. Malîkî û Talabanî di gellek mijaran de niqaşan dikin. Malîkî ji Talabanî re qala kaseteke ku dengê wî hatiye qeydkirin dike û diyar dike ku ew kaseta di destê mişawirê Talabanî Fahrî Kerîm de ye. Fahrî Kerîm ku nivîskarê rojnameya Al Mada ye û di qunciknivîsa xwe de behsa kaseta deng a Malîkî kiriye û aniye ziman ku Malîkî heqaret li Sûnîyan kiriye. Malîkî ji Talabanî xwestiye ku bila Fahrî Kerîm
ev îdiayên xwe şûnda bigre. Lê Talabanî ev qebûl nekiriye û di navbera Talabanî û Malîkî de niqaşeke dijwar derketiye. Li ser vê niqaşê Talabanî di cîhê xwe de dixerbile û wî tavilê radikine nexweşxanê.
Di nûçeyê de tê gotin, Malîkî ku ji bîroya Talabanî derdikeve şûnda polîs davêjin ser mala Fahrî Kerîm. Mişawirê Talabanî Fahrî Kerîm, di 18 Berfenbarê de civîneke çapemeniyê lidardixîne û diyar dike ku, kaseta deng a Malîkî di destê wî de ye û ku îcab bike ewê wê kasetê biweşîne.