Rojnamevan Melik Duvakli di rojnameya Turkiye de dinivisîne: ”Navê jina Ocalan Meral Kidir e, ji Eskîşehirê ye, yek ji hîmdarên PKK ye û keça albayekî (serleşkerekî artêşa Tirk) ye jî. Ev jina Ocalan di 1990 de ji Bakaa (Kampa PKK li Libnanê) hatiye Tirkiyê û rêxistinek bi navê DHP (Devrimci Halk Partisi) ava kiriye. Endamên vê rêxistinê kesên rewşenbîr û têgihiştî dikuştin. Prof. Dr. Bahriye Uçok ji aliyê vê rêxstinê ve hate kuştin. Endama rêxistinê Gülay Calap, pakêta bombe daye destên Prof. Bahriyeyê û zû ji ba wê çû ye, heman bombe teqiyaye û Uçok miriye. Li gor belgeyên ku ji Ergenekonê ketine destên serdozger, piştî ku jina Ocalan hatiye Tirkiyê, gelek caran bi Tuggeneral Weli Kuçuk re jî hevdîtin kiriye.”
Heta niha ev idîa ji aliyê PKK bi xwe ve nehatiye piştrastkirin.
Eger kurekî wî 21 salî hebe, ka li kuderê ye?
AVESTA KURD - Rojevakurd