Serrûpel Nûçe Serokwezîr ligel sefîrê Amerîka civiya

Serokwezîr ligel sefîrê Amerîka civiya

Belav bike

Her du alî li ser guhertinên dawiyê yên li herêmê û Iraqê rawestiyan.

ji aliyê xwe serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, got ku ew bi her awahî bi riyên aştiyane pirsgirêka bi Iraqê re çareser bikin.

Barzanî got herêma Kurdistanê her demê di wê baweriyê de ye ku hemû kêşeyan bi riyên diyalog û aştiyane çareser bike.

Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku çûna şanda Kurdistanê ji bo Bexdayê jî îşareta wê yekê bû ku Kurd aştî û diyalogê dixwazin.

Sefîrê Amerîka ji aliyê xwe ve spasiya herêma Kurdistanê kir ku hewl dide kêşeyan aştiyane çareser bike.

Sefîr her wiha pirsa tendurustiya Talabanî ji serokwezîrê Kurdistanê kir û jê re sihet û selametî daxwaz kir.

AVESTA KURD