Di salvegera Komkujiya Roboskiyê de, di serî de Amed, li gellek bajar û navçeyan jiyan hate rawestandin. Li Mêrdîn û navçeyên Mêrdînê,; Dêrik, Nisêbîn û Qoserê, li Amedê û navçeyên Amedê; Bismîl û Farqînê, li Mûş û navçeya Mûşê Melezgîrtê, li Şirnex, Bêşebab, Îdil, Cizîr û hîn gellek der û deverên ji bo bîranîn û şermezarkirina Komkujiya Roboskiyê, esnafan darebeyên dikanên xwe venekirin, xwendekar neçûne dibistanan.
Dîsa li gellek bajaran, partî, saziyên sivîl û hemwelatî û kesayetên naskirî ber bi Roboskiyê ve diherikin. Sibe li gundê Roboskiyê seet di 21.35 an de, ku komkujî sala borî di wê seetê de pêk hatibû, bi çalakiyan wê komkujiyê şermezar bikin.
Ji aliyê din, wezareta karên hundir, çûyînên ber bi Roboskiyê ve qedexe kirin.
Sala çûyî di 28ê Berfenbara 2011 an de, balafirên şer yên dewleta Tirkiyê, bombe barandibûn ser gundiyên ku bazirganiya sînor dikirin û di encama bombebaranê de 34 gundî ku pirraniyê wan hîn zarok bûn û ji heman malbatê bûn, hatibûn qetilkirin.