Serrûpel Nûçe Kosret Resûl cihê Talabanî girt

Kosret Resûl cihê Talabanî girt

Belav bike
Heta ku Talabanî ji nexweşxaneya derkeve û vegere ser karê xwe wê Kosret Resûl li cihê wî be.

Ew weke birayê mezin hate bi navkirin.

Roja 24.12.2012 civîneke awarte ya YNK çêbû, têde  Kosret Resul, Berhem Salih, Mela Bextiyar, Omer Fetah, Adil Murad û Hakim Qadir amade bûn. Di civînê Kosret Resûl weke Birayê Mezin hate hilbijartin.

Di derbarê vê yekê de YNK daxuyaniyek da:

Heta vegera Talebanî û ji bona cîbicîkirina wezîfe û tewsîyeyên sêyemîn kongreya YNKê, Kosret Resûl cîgirê yekem yê sekreterê YNKê, dê Birayê Mezin be û tev hevalên civata serokatiyê jî dê hevkar û piştevanin wî bin. Resul dê îdareta tev organ û saziyên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê bike…”

AVESTA KURD