Li gora ragihandineke ku ji bîroya rojnamevanî ya serokwezîr hate weşandin û kopiyek jê gihişte malpera AVESTA KURD, di civînê de serokwezîr Nêçîrvan Barzanî behsa nexweşiya serokê Iraqê Celal Talabanî jî kiriye.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de gotiye ku wî hefteya derbasboyî nexweştirîn nûçe bihîst ew jî nexweşketina Celal Talabanî bû.
Nêçîrvan Barzanî bi navê encumena wezîran selametî ji Mam Celal re daxwaz kir û hêvî kir ku di demeke nêzîk de rihet bibe.
Barzanî behsa rola erênî ya Talabanî di parastina aramiya li Iraqê û çareserkirina kêşeyan kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew ji nêzîk ve rewşa Talabanî dişopînin û bi doktoran re di pêwendiyê de ne.
AVESTA KURD