Li Amedê di mehên Mijdar û Berfenbarê de lêkolînek, ji aliyê SAMERê (Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî) ve hate kirin. Bi ev xebatên anketê hat xwestin ku, di warê pirsgirêka Kurd de nêrînên xelkê Amedê derxînine holê ku ka gel çiqas bi saziyên dewletê bawer dike. Anket, li navenda Amedê û navçeyan hat kirin. Kesên ku beşdarî anketê bûn, ji % 55 mêr, ji % 45 jî jin bûn.
Di encama anketê de derkete holê ku xelkê Amedê bi saziyên dewletê bawer nake. Bi taybet jî baweriya Amediyan bi polîsan nayê. Kesên ku bi polîsan bawer dikin rêjeya wan ji % 11 e. Herî zêde baweriya gel bi BDPê û Şaredariyên BDPê tê. Ji % 48.1 baweriya xelkê Amedê bi BDPê heye. Dîsa baweriya gel a bi Şaredariyên BDPê jî ji % 46.5 e.
Li gorî encamên anketê, herî zêde xelkê Amedê bi MHPê baweriya xwe nîne (Ji % 88.4). Çapemenî jî bi rêjeyeke billind li ber çavên Amediyan ketiye. Xelkê Amedê ji % 80 bi çapemeniya Tirkiyê bawer nake.
Kesên ku bi AKPê bawer nakin jî gellekî zêde ne. Ji % 54.2 gelê Amedê bi AKPê bawer nakin. Tenê ji % 20 bi AKPê tê bawerkirin. Rêjeya pê bawernekirinê a leşker û polîsan jî ji % 57.4 e.
Di encama anketê de derket holê ku ji % 47.4 xelkê Amedê grevên birçîbûnê erênî dîtine.